mergî «botan»

Li pirtûka:
Çirakanî Ser Hellemût
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 3 Xulek  706 Dîtin

merc nîye yek be yek hemû darsinewberê binasî û

merc nîye yek be yek hemû kanîyek binasî û

mercîş nîye yek be yek hemû gułegenmê maç bikeyt

ta ewsa xoşewîstyan

le sipêney çawta binûsîtewe.

darsinewber le her baxêkî dûrîşda řwabê û

leher şwênêkîşda baweşî be samałda kirdibê

bo hemuwane û, bo jyane û bo minîşe ba nemdîbê!.

ba kanîyek min demim pêwe nenabê

bełam xo her demî min taqe dem nîye û

em tînwêtî her kesêkî şikandibê, şî’ir bom egêřêtewe

ewsa minîş xoşim ewê, eger min neşminasîbê

ewsa minîş biřwa ekem

bew dirextaney le nizîkewe ewyan dîwe

biřwa ekem bew bałindaney le nizîkewe darsinewberyan nasîwe

ewsa minîş xoşim ewê.

ne û merc nîye hergîz û qet bem çawane

yek be yek herçî ’aşiqî dersîmCih û gomî wanCihe byanbînim

bełam xo ezanim dersîm çîye û gomî wanîş manay çîye û

îtir diłdaranîşîm xoş ewê.

min pepûlekanî deverî dyarbekirCihm qet nedîwe

bełam zorîşim xoş ewên,

çunke gułekanî dyarbekir xoşyan ewên

min hîç kenîseyekî deverî qamîşlîCihm nedîwe

hîç kamêkyan nanasim û tewqeyşim legeł hîç şemałêkî

deverî kwêstanekanî hekarda nekirduwe û

legeł hîç kam le mamz û gułestêrekanî

nawçey mehabatCihyişda danenîştûm

bełam hemûyanim xoş ewê, çunke:

qamîşlî xoşî ewên, qamîşlî diłî mine.

çunke hekar xoşî ewên, hekar dengî mine.

çunke mehabat xoşî ewên, mehabat awêney mine.

min «botanCih», em mangeşewe cwanemergem nenasîwe

ne legeł tirîfeyda danîştûm û ne gwêm le peyvî xermanekanî

dengî buwe û ne tewqem legeł hewrekanî nêw serîda kirduwe û

ne beser řêgakanî yasayîşda qołman kirduwe be qołî yektirda û

ne be yekîşewe gwêman le biřyarekanî dadgay heq girtuwe.

bełam xoşîşim ewê, bełam boyşî giryam

bełam gułewenewşeyekîşim leser mezarekey dana

çunke şaxî goyjeCih xoşî ewîst, axir goyje bawkî mine.

çunke řastî xoşî ewîst, baxçe xoşî ewîst,

çunke şarekem xoşî ewîst, dad xoşî ewîst

ey řastî û baxçe û şar û dad pencere nîn bo şî’rî min?!

min bo em kitêbe cwanemerge giryam

çunke şî’rî qubad û ẍembarî hawřêm

le nizîkewe eyannasî û xoşyan ewîst û boy giryan.

çunke êwe, êwe hemûtan

xotan le ewînî ew hełkêşa û înca hatûn

bo em goře nîga teře.

çunke çawî êwe çawî mine û

minîş biřwa be firmêskitan ekem.

ledwayîşda çunke min şa’îrim û

bo hemû estêreyekî cwanemerg û

bo hemû tavgeyekî cwanemerg û

bo hemû pepûleyekî cwanemerg û, bo «botan»

nakirê negrîm!

nakirê şa’îr lenaw diłî xeme cwanekanda nebê.

nakirê şa’îr leher şwênê

firmêskêkî sinewber û jałey lê bê

lewê nebê.