germyan û dařjanî řoḧ

Li pirtûka:
Çirakanî Ser Hellemût
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 10 Xulek  774 Dîtin

em pêdeşte begřeye û em jîlemoy xołe,

pêstî kam qesîdey sûtaw û kam mêjûy hełqirçawe?!

em berayîy germêne çi kiłpeyekî tya zawe û

çi gêjełûkeyek be demî weyşûme û tendûrekanî xoy,

xwênî řeştałey qurbanîyekanî tya nûsîwetewe?!

min û germên û êwe

syaney hemû ew şî’raneyn

ke berdewam le dawênî be zirîkey enfalewe

legeł wirde birûskeda ekewne xwarewe!

êre nîştimanî ew merge buwe ke bo xoy karwane

xewn û yadgarîy hezaran hezarî cêhêşt û bo

cîhanêkî bê diłîş çemołeyekî berdînî nefretîn!.

lêrewe dozex kewte řê û

lêreda jyan le xaç dira û

lêrewe xwên le wişe çořayewe û

lêrewe pepûle qirimzîyekan le řîşî piř le hetawî

mewlewîKes tawegozî û le henyey kujrawî xorinşînasay «’enber xatûnKes» ałan!

şî’rî min û germên

le qîje û eşkewt û

le dûkeł û gundî kawilkiraw eçin.

min şa’îrî deverî qurbanîyekanim û

be henasey ewan şî’ir enûsmewe û

be dwa serincî pertî ewanîş gijugyay

em pêdeşte exwênmewe!.

min şî’irim, lem dozexe danebřîwe.

wişeşim, le cestey zarołekanî cwê nekirdotewe.

qełemîşim berdewam derwêşe momêkî pirç hełgîrsaw buwe û

le şanoy em pengireda semay kirduwe.

boye řwanînekanim demêk ebin be askî berkawî

êwaranî û be temumjî şîtałşîtałî řeng û boy

gwê awî û be seday qetarî hełpiřuzawî

germyan!

ey ew zamey ke hergîz sařêj nabêtewe!

ey ew tawse řeşpoşey ke têlekanî xot

le berîntirîn gułdanî be sutmak kirawî çawmanda da’enêy.

ew wextey to bûmelerze bûy,

deverekanî dîkem xewnyan be bûmelerzewe ebînî

ew demey to sirûdî agirdan û

pirîşkî xwên û diłdarî sengere xołînekan bûy

ne kwêstan fêrî şimşał lêdanî tavge û

ne berdîş fêrî zimanî ziryan bûbû.

to le řawedunanî mirdind, serdeqşikênî tirs bûy.

le zemawendî qurbanîyekanda, to yekemîn şayît kird û

le lêdanî dergay hetawîşda to yekemîn dest û

le textayîy karesatîşda

to dirêjtirîn şemendeferî kosthełgrî ême bûy.

hîç perde û şûre û şaxê birînekanit naşarêtewe

to wek ḧeqîqet řûtuqutî û

hemû endamêkî cestey peyv û hawar û řazêkit

çun siruşt û çun xuda û çun enfalekan

wan bederewe!

nałey asot û pûkepûkî pelkegyat

lawandinewey xakuxołit, le şî’rî tengeberî minda

cêgeyan nabêtewe.

bałay agirekanit û bejnî giryanekanit û

tûlanîy şewnamey çîroke cwanemergekanit

sed qat beser şî’re kurtebałakanî minda eşkênewe!

min hemû carê le kiławřojney birînêkî «ḧemeřeş»ewe

kiłafeyek şî’ir û

le tirawîlkey çawe tînwekanî «mela eḧmed»ewe

kanîyek wire û

le bonî giłî «baweşaswar»yişewe

miştê le bon û beramey azadî wer’egirim û

têkełî yekyan ekem û dwatir tancîke enfalêkyan

lê dirust ekem û eykeme serit.

ey xudaye! zimanî gîrawim berde û ew zimane

nwêyem pê bibexşe ke be lûze û çun bangî xot,

çun lirfey nûr, çun dařjanî pirşing

biřjête dîwanmewe, her bo ewey

qerzêkî biçûkî enfal bidemewe!.

ey xudaye! minîş řojane cênîştey eşkewtekey

«darî xile»m û şa’îrim û sûretî şî’rêkî wek

germyanî nemirim bo binêre xwarewe!

min çî le zimanê bikem, negate ejnoy mindałêkî enfal.

min çî le şî’rê bikem, destî negate pirçî kîjêkî enfal.

min çî le qełemê bikem, henase swar û hergîz negate

sêberî ser û milî syamendêkî dway enfal.

eweta be pencey zarokêkî enfal

estûrtirîn şî’irim enuştêtewe.

be serincî jinêkî dûgyaney enfal

kêwî pexşanêkim etwêtewe.

be henasey kiçêkî naw çingî enfal

pûşûm û eçim be asmanda û egeme lat, xudaye!

germyan! ew satey dême naw girjebatewe û

ser enêm be cexartewe, be gêjełûkey zirîketewe

min îtir ebme defî dest hewrêkî nizmî ser

«kifrî»t û ełławeysîm lê eçořêtewe. ew demey

belay pełe xemêkta tê’epeřim û girdołkeyekî esmerit

be ser siławêkim lê eka, min îtir lecêy xoy

ebme bêşkeyekî cêmawî enfal, ew wextey

berayîy xorinşînit le êware bêdengekanda be řengêkî

erxewanîy kał sertapam eka be guł henar, min îtir

ebim be pepûleyekî ałî mitî bał cûtkirdûy ser

pêłûy ’aşiqêkî enfal!.

dewr ekatewe espe řeşî şî’irim û

çepokanêtî şepolî avzînî sîrwan!

merg tozî lê heł’esê û berew xware karwanseray

çira giryawekanî enfal!.

le wêstige temawîyekanî dûre wiłatîşda

ke bilûrî gyanim be yadekanit hełmawî ebû

tom leser enûsî, germyan!

leberdem peykerî biřonzîy «poşkîn» û lepał

bała xwênawîyekey «lorkaKes»da û le penagwêy nîrodawe

serguzşite û henasekanî tom egêřayewe, germyan!

le «sitokhołimCih»řeşeřêḧaney şî’irim bûyt û

dawmî le qijî dûrgekan.

le parîsCihda henasekanî tom pêşkeşî «îlwar» kird û

le berlînCihda axekanî tom be «goteKes» hełkêşa û

le moskoCih çîrokî sûtanî tom bo «çîxofKes» gêřayewe û

le kenarî oqyanûsî aram kirdimît be şepolî narincî û

le lendenCihyiş damîte dest mangeşewêkî «bayron» û

leser peřey gułe řeşekanî «bodlêrKes» nûsîmîtewe

leser tirîfe û leser danûb û

leser goranî û koç û leser bałî fiřokekan

naweketim hełkend û

le dwayîşda bo dozexekey řambo

dozexekey tom gêřayewe û dozex girya û

řambo girya û şî’rîş girya!. germyan!

le tem tûmanî koçewe bo tem tûmanî koçêkî tir û

lem hewrewe bo ew hewr, wa carêkî dîş

beser xołemêşta dařjamewe, germyan!.

bełam to her zayełey be nûkenûkî gił nebûy.

to her lawandinewey gułehêro û kiřûzanewey biniçk û

giryanî gijugya û honhon firmêskî řeşmał û mamzêkî

’embar û hełbestêkî na’umêd û payîzêkî ejnoşkaw nebûy.

to her tabûtî dirêjî xoretaw û, bałindeyekî doşdamawî

bêdeng nebûy, to her deştî pirse û

mangeşewî wirduxaş û

şořebîyekî bêwejnî tenya nebûy

to hestanewey heres û hełsanewey berdî elḧed û

řwandinewey werîn û geşanewey hełqirçaw bûy.

to hatnewey «şemKes» û geřanewey

«salimKes» û xułqandinewey «perîxanKes» bûy

deştî xwêne azakan û gułe řewendekan û

mamzî bałgirtûy efsane û dastan bûy.

dewr ekatewe, espe řeşî şî’irim û

simkołan eka, berdî yaxîm û

şewî xwênim lem mełbendeda bote çiraxan!.

min hemû qume şî’rêkit be lêwî serabî enfal

pîroz ekem û hemû denke genmêkî semelî gerdinit

be baranî řûnakîy cestem pîroz ekem û etkemewe

be xewnî darsinewberêkî temen çwardesał!.

min çî ezanim cige le ewînî to û

min çî ezanim cige le bahozî to û

min çî ezanim cige lewey şî’ir bikem

be cwanûy meraqî ber dewarî to!

deverêk le qîje û

řûbarêk le şîwen û

pêdeştê le firmêsk û

wêraneyek le kazîwey kujraw!.

dêmewe lat!

em hewa xinkawet heł’emjimewe, ta le zarmewe

tałeqij û awêne û şane û mutumûrû řo kemewe ser

peře kaẍezî le çaweřwanîda sipîy hełgeřaw!.

baweşt bigrerewe

bo gułe xewnî hełpiçuřkaw û beramey sûtaw.

baweşt bigrerewe, bo řiste pepûley ḧerfekanim û

baweşt bigrerewe, bo kêjenî serim û

bo hełweday şipirzeyîy pertipertî çawim û

baweşt bikerewe!.

bo têkałanî dû cestey gunah û nwêjî

le yekdî dabřaw!.

dêmewe lat, bêzarîm biřîwe û tenyayîm

tey kirdiwe û namoyîm dawe be kołma û

dêmewe lat, miştêk le quřit û miştêk

le henaset û miştêk le qiset, çerdeyek

le kost û çingê le şewt û çepkêk le dengit û

şarayek le kispet

cestemin, bo êsta û

pilîken bo lay xwa û

le şî’rî fiřîwma, serincî awêten!

wişey taze lem ’erdeda edozmewe.

wişey taze peřîwnete jêr azar û

jêr enfal û naw çałekanî mergewe

zeynî taze, řwanînî nwê, çawî sibey, lem ’erdeda edozmewe.

ew temane leber ekem.

ew asoye epşikinim.

ew řejuwe heł’egirim û

ew meraqe řeştałane

řûnak řûnak ekemewe.

min şî’rî nwê lem deşteda edozmewe:

le gîrfanî dirextêkda, le berokî agirêkda,

le şwênewarî axêkda, le kiławî becêmawî mindałêkda,

le lankołey zerdexeney giłimtikêkda

le desmałî ser peykuł û tûtřikêkda

min şî’rî nwê lem mergeda edozmewe

lem weyşûme çiřaneda, etdozmewe ey ’eşqî nwê!

to piřşingit lê eřjê û

êste teřim be xorî to.

to haławî dabřanit lê heł’esê û

min kenarî xorinşînim û twêjał twêjał

zerdey maławayîy dwayî û

hełebceyek be henasey nalîyewe

lêm enîşê.

em pêdeştî henasane řûten nîn û

janekanî em seḧraye qet çoł nabin!

hemû daristanekanî ’eşqî ême û

hemû bêşekanî giryey ême û

çiřistanî bałay şew û bałay jin û

qirîşkekan lem şwêneda çiř bûnewe.

her lêreyşda xaçekanman sikuzay xoyan eken û

lem asteda xwênekan

çirakanî xoyan heł’eken û

lem asteda mirduwekanman řîz ebestin û

kostekanman geme eken û jaweyan dê.

em pêdeştî henasane řûten nîn û

janekanî em seḧraye qet çoł nabin.

şeqamî gułestêrey şî’rekan bêreda řet ebin.

koşke bilûrînekanî mosîqa lêrewe berz ebnewe.

mozexanekanî serbazî win, jinî win, mindałîy win,

’aşiqî win û pêẍemberî win lem deştedaye.

şarî gewre em zameye.

gewretrîn parkî gułe koçerîyekan her lêreye.

dengedengî sîne û memk û nûzenûzî pencekan û

qîjeqîjî pirçekan û herawzenay řojî ḧeşir lem deşte bû.

lem deşteda xwawend girya û

lem deşteda mêjû serumlî lê becêma û

lem deşteda bo yekem car le ḧejmeta zeman westa û

her lêreda asman berew xwar dabezî û

pûşûy hawar hemûy sûta.

em pêdeştî henasane řûten nîn û

janekanî em seḧraye qet çoł nabin.

gwêyek binê bem xołewe, çî nabîsî?

çawê binê bem şewewe, çî nabînî?

em pêdeşte begřeye û em jîlemoy xołistane

em berayî xemistane, çi kiłpeyekî tya zawe?!

dařjanî merge û dařjanî şî’ir û dařjanî řoḧ!