peřeşût

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  381 Dîtin
minîş xeyałim fiřgeye
minîş şî’irim fiřokeye
minîş wişey peřeşûtdarî xom heye
«řenge peřeşûtekanyan,
hendê car firmêskî xom bin.
řenge peřeşûtekanyan, zor carî tir
gułunkekanî kołwaney daykî to bin.
řenge pêłûy mindałanî «hełebceCih» bin.
řenge memkî kiçekanî «wesananCih» bin.
řenge kiław û camaney şehîdan bin».
hemû carê eyanbeme
jûr wiłatî hewr û baran
xoyan heł’edene xwarê û peřeşûtyan ekenewe
ḧerf, ḧerf enîşnewe.
hemû carê wişey peřeşûtdarî min
’erdêkî nwê
estêrey nwê
le gerdûnî honraweda edoznewe!