çîrokî cizdanê!

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  346 Dîtin
cizdanêkî řeştałe way gêřayewe:
hebûm, nebûm
min wextî xoy
pêstî tewêłî şêrê bûm.
řojê fîşekê simîmî û şêrim kujra!
dû dest, çwar dest
de dest hatin
gurûyanim
xoşyan kirdim
řengyan kirdim.
sefte sefte
legeł hezar pêstey tirda
wiçan wiçan
hełtek hełtek
swarî papoř û
wagon û
lorîy barhełgiryan kirdim.
heta lenaw girmegirmî kargeyekda dayangirtim
dwatir kirdyanim be cizdan.
dûr birdyanim
her dway ledaykibûn yekser
firoştyanim.
min ber wiłatî kurd kewtim
le şarêkda
ke şax ser û dirext leş û
çem qaçî bû
řefey dûkanêkî biçûk bû be małim.
řojê pyawêkî girdełey demuçaw kunc
bangyan ekird: «fayeq bêkesKes»!.
lay daye lam
minî kiřî û hełîgirtim
heta nizîkey de sałê min le baxełya jyam û
min le baxełya enûstim.
min cizdanêkî lawaz bûm
bê ẍebẍebe
betał
betał
her çwar jûrekey gîrfanim.
řojê nemdî qełew bim û wirgim hebê
řojê nemdî wek cizdanekey dirawsê
be dem mołe dînarewe pêbkenim!
bełam dû car
leser pêstî em temene
şêr pencemorî bo kirdim
yekem şêrim yadî neře û
zamî bêşe û
duwemîşyan dway xoy tenha
tenha tenha
şeş pencayî û
dwa hełbestî bo azadî
tya cêhêştim!