peřeşût

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  382 views
minîş xeyałim fiřgeye
minîş şî’irim fiřokeye
minîş wişey peřeşûtdarî xom heye
«řenge peřeşûtekanyan,
hendê car firmêskî xom bin.
řenge peřeşûtekanyan, zor carî tir
gułunkekanî kołwaney daykî to bin.
řenge pêłûy mindałanî «hełebceLocation» bin.
řenge memkî kiçekanî «wesananLocation» bin.
řenge kiław û camaney şehîdan bin».
hemû carê eyanbeme
jûr wiłatî hewr û baran
xoyan heł’edene xwarê û peřeşûtyan ekenewe
ḧerf, ḧerf enîşnewe.
hemû carê wişey peřeşûtdarî min
’erdêkî nwê
estêrey nwê
le gerdûnî honraweda edoznewe!