hełebce

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  820 views
çwardey mang bû
leser goyje, ba qełemekey fiřandim
ke dozîmewe û pêm nûsî
pol pol fiřîn wişekanim.
panzey mang bû
«sîrwan» qełemekey birdim
wextê girtimewe û pêm nûsî
bûn be masîy şî’rekanim
şanzey mang bû!
ax şanzey mang!
ke şarezûrLocation qełemekey lê wergirtim
wextê daymewe binûsim
wek hełebceLocation
wişk bûbûn pencekanim!