bała
From the Book:
            Awêne Biçkolekan
        By:
                Sherko Bekas (1940-2013)
        
             1 minutes
             1182 views
        
        
    
                bo şehîdêk û dwan û syan û çwar
ewsa min herdû çawanim
wekû «nalî»
ekirde dû coge û řûbar
min ewsake
bo małêk û bo gundêk û bo baxçeyekî cwanemerg
em taqe diłem ekirde
pełe hewrêkî payîze
ey îstake bo pênc hezar
çon bitwanim dû çaw bikem be pênc hezar gom û zerya
dû dest bikem be pênc hezar kołewjî řeş hełgeřaw
diłê bikem be pênc hezar pełe hewr
quřgê bikem be pênc hezar gerûy tasaw
min ezanim a em jane
wişem ebate giłewe
hergîz pence
lawandinewey çend dirêj bê
nagate bałay hełebceLocation!
			
            
        ewsa min herdû çawanim
wekû «nalî»
ekirde dû coge û řûbar
min ewsake
bo małêk û bo gundêk û bo baxçeyekî cwanemerg
em taqe diłem ekirde
pełe hewrêkî payîze
ey îstake bo pênc hezar
çon bitwanim dû çaw bikem be pênc hezar gom û zerya
dû dest bikem be pênc hezar kołewjî řeş hełgeřaw
diłê bikem be pênc hezar pełe hewr
quřgê bikem be pênc hezar gerûy tasaw
min ezanim a em jane
wişem ebate giłewe
hergîz pence
lawandinewey çend dirêj bê
nagate bałay hełebceLocation!