tałanî ser û małim çawî řeşî fettanit

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 2 Xulek  1300 Dîtin
tałanî ser û małim çawî řeşî fettanit
pabendî dił û dînim kakołî perêşanit
wek xencerî zîcewşen ta řojî ḧeşir detkê
xwênî diłî mezłûman lew nawkî mujganit
tesxîrî diłî kirdim ḧemley sefî mujganit
hoş û xîredî birdim le’lî lebî xendanit
ser lafî ewey lêda goy ’erseyî bazît bê
posîde bû, neybû tab, bo zerbetî çewganit
bo çim dewê em qelbe ger neykeme xakî řêt?
řoḧim be çi mesref dê, ger neykeme qurbanit?
xot bo siteman kem bûy, bîstit qisey eẍyarîş
fîr’ewnî zeman, aman! gwê megre le hamanit
dił da’îme wek bulbul muştaqî dehen waze
ta awî ḧeyat noş ka lew xunçeyî pêkanit
řoyî diłî meḧzûnim, daxim ewe nemzanî
dû çawî řeşt birdî ya zulfî perêşanit?
bakim nîye murẍî dił bîkey be kebab emma
bîde be seg û meyde derxurdî řeqîbanit
řoḧ maylî bosêke lem damenî pakî to
man’ mebe lem xêre, destî min û damanit
’ezimit eme bû ey dił! řîswam bikey û kirdit
dest hełgire lêm îtir sa xot bî û îmanit
bo tîrî qeza sînem bot bû be siper qurban!
bo tecrube sa tîrê bawêjere qełxanit
çaw qatłî ’aşiq bû cadû beçe bû ’eyyar
bo şwênewnî desřê em xwêne be damanit
ezbeskî fîraqî dî, wek dozexyan kurdîNasnava edebî
yeksane le lay êsta nezdîkî û hîcranit