xeberêkim bidenê ehlî xeber ḧeşre meger

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  2010 Dîtin
xeberêkim bidenê ehlî xeber! ḧeşre meger?
řoj ke wa emřo le meẍrîb serî hênawete der
nûrî mehdî leteřef mekkewe zahîr buwe ya
ẍełbeyî kurde le bo kujtinî min [kanî kefer?]
eşkî xwênîne le çawma be girê westawe?
ya ẍubarî eleme ba’îsî ’umyanî beser?
xewe ya wesweseye yane be ře’îwil’eyne?
em ’elamate ke wa dête eber meddî nezer?
řoḧî şîrîne ke derdê le tenî mehcûrim
ya mehî min nyetî řîḧlete bo ’ezmî sefer?
bo sefer kerdeyî min bedrî felek şayane
bête ser destî û bo ředdî ’edû bê be siper
bawcûd takû řeqîb yawerî em diłbere bê
hîç tefawet nîye bo min le ḧezer ya le sefer
da’îmen destî du’a degirim û şayed zor zû
şay seferkerdeyî min bêtewe bê ’îciz û zerer
sozşî kurdîNasnava edebîye ya coşşî eyyamî fîraq?
ateşî ’îşqe meger ya şererî narî seqer?