dił le mîḧnet keyle ey pîrî muẍanî bezim saz

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 2 Xulek  1692 Dîtin
dił le mîḧnet keyle ey pîrî muẍanî bezim saz!
her etoy bo baregay ’eyş û teřeb mesnedteraz
mey ḧerame ger be fitway muftî û qewlî cedîd
pîrî min car car be qewlêkî qedîm dawye cewaz
bang kene zahîd numay řendanî goşey xaneqa
bên, ke waze derkî meyxanan û xełwetgahî řaz
xabî ẍefłet nazłe bo çawî şeḧne û muḧteseb
derfete camê eser kêşê biła bê îḧtîraz
ba be şertê bade merdi’efgen bê, saqî newcewan
dîdemest bêt û kiław keç kat û dugmey sîne waz
zulf û kakoł û ẍułamaney hemû efşan bika
bê be zanûda bida camê be ’îşwe û şerim û naz
destî yar û gerdinî qeřřabe, lêwî camî mey
fês û teřilg bigrê dewrî dîdeyî wek baz
xawkerey xanme qenarey soł û sewzey nesme can
řeqsî semke, nazî şehbe, aşûb û ẍemzey serwî naz
da’îrey mîsrî çeqaney gewher û lencey semen
dengî çaweş bê biła ha dête gyanim bê newaz
aẍe zennûn lê bida, sîne keman, ḧars girift
elke tenbûr û def û es’ed bida destê le saz
misto îbrahîmî awřeḧman newa û fetḧî ḧezîn
mistefa narî û sêga, yons biłê deştî û ḧîcaz
ba řesûł hełdate řast, sałḧ biłê nîweşewê
miḧêdîn çwargah û qere dengî biłind ka bo qezaz
car be car be kizêkewe hełsê le perdey zahîrî
yarekey ’aşiq kuj û me’şûqekey dujmin newaz
mutrîb er wa bin fîdayan bin nekîsaNava taybet û barbudNava taybet
saqî er wa bê be qurbanî dû dîdey bê, eyaz
meclîs er wa bê hezar cemşîdî cem feřřaşîye
mey eger wa bê behay camêkî, êran û ḧîcaz
řê meden lew bezme şêxî tekye û sofî xaneqa
konelotî cinde perwer, sipłeyî beççenewaz
wa ferec bo nîk bextî bê biçête ser ḧeqîq
kûsî řêḧlet lê bida derçê le menziłgey ḧîcaz
wa nîye kurdîNasnava edebî ma’îlî ew core etwarane bê
lazme şa’îr le her çeşnê biłê bo îmtyaz