îlhamî hawar

bo mefkûrey bedirxanîyekan
Li pirtûka:
Siruşt û Derûn
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  912 Dîtin
derwêşêkim dî leser dexmey şa
- şay selaḧeddîn - be kuł egrya;
hawarî ekird, eylawanewe!
diłî însanî etawanewe!
***
derwêş mîrêk bû xêwî text û tac
çerx lêy wergeřa kewte ber tarac
ey çerxî ẍeddar, efserbazîçe,
be ḧesîrgîrî ferş û qałîçe,
serî řahatûy tacî serbestî
key enewê bo zîndan peristî?
singê ke texte cêgay aramî
key qinyat eka be bay nakamî?
wek şêr nirkanî, wek agir hełçû
zincîrî piçřan, le zîndan derçû!
gelê hełmetî bird bo pêçkey text
bełam nexûsa berdî diłî bext,
gelê kêşay dest bo ciqey efser
bełam nawçawî neynûsî zefer!
serî xoy hełgirt, řûy kirde şaran
twêşûy řêy tenya ’eşqî kurdistan!
***
êsta le deştî şam leser qebrî
bapîrî gewrey, bo wiłat egrî,
bo wiłat eka şîwen û hawar...
kurde ẍîretêk zînhar! sed zînhar!
be komeł bigirin gwê le hawarî:
komeł celb eka řîqqetî barî!