ax, hezar ax

Li pirtûka:
Siruşt û Derûn
Berhema:
Goran (1904-1962)
 2 Xulek  1452 Dîtin
of, hezar of, ax, hezar ax! ta qyamet ax û dax!
min ke singim berde, teb’im berze çeşnî şax û dax;
min ke xwênim agire,
çûne coşim ḧazre,
min ke mayey fexrî te’rîxî berûm,
taqe řengî abřûm
merdî, bê bakî, dilêrî bû hemû...
kwa? meger esłî nebû?
 
bo serim nerme le ’astî bendî dîlî, daxekem?
bo le nizmî û pestîya wek gomî lûte şaxekem?
of, hezar of! ax, hezar ax!
negbetîy kurdî hejar, ax!
bo çî ew singey siper bû bo pelamarî ’edû
bû be perdey ser qefez bo derbiřînî arezû?
bo zubanî bê girêm
nayełê serbest biłêm:
řêbwarim, serbexoyî ke’beme;
deştî xwên ger řêgeme,
bê xutûrem, berdebazim kelleye,
ta egem bew qîbleye!
 
bo nehate serdemim em çeşne guftarane qet?
bo nebûme pałewanî kirdewey azane qet?
of, hezar of! ax, hezar ax!
ẍîretî kurdî hejar, ax!
ey ewey qewmanî beş beş kird be pêy xak û ziman,
day be her qewmê nigîn û tac û textî ḧuř jyan!
kwa nigînî bextî min?
kwanê tac û textî min?
bo le xakî pak û zarî bê girêm,
ẍedir ekey? nabexşî pêm?
ya îlahî ḧeqqî xom dawa ekem:
kwa nigîn û textekem;
bo le ’erşî dadperwer, bo diłî kurdî hejar!
taqe tîrêkî sitem ’eksî bikat û bête xwar?
of, hezar of! ax, hezar ax!
xalîqî kurdî hejar, ax!