bêdarîyek

Li pirtûka:
Siruşt û Derûn
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  1274 Dîtin
jûrim tenya û dinyay ber pencerey jûr,
be çwardewrî baxçey koşka, heta dûr,
daristanî serwe û sinewberî sewz
şew řûnake û çawim yaxî le wenewz
ey bulbulî şebeqî şew! bixiwêne,
hestî «cwanî peristî»m burûjêne
ba be zebrî mestîm be awazey nwêt!
wêłî daristan bim katêk: xełk enwêt!
eger ’eşqî huner, wek to, ey bulbul!
lenaw řegma legeł xwêna bida pil,
minîş wek to, xewm exeme jêr pêm,
dêm be çiřî daristana egeřêm
be lay leşî sipîy peykerekana
tê’epeřim, destî çep le gîrfana,
eşêlim gyay bin darî nuqmî awing,
bay daristan lerzên emjim piř be sing
be şepolî gełay sewza ke řwanîm,
sozî lerey nwê eçête goranîm;
wek şûşey ’etir wişekanî hełbestim
egirin bonî gułî leylaxî destim
ewsa meger, zatêk binême ber xo,
dem le cwanîy to bem hewarî mosko!