diłî min

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 2 Xulek  529 Dîtin
seyrî ke çi piř şořş û efẍane diłî min
wek tûřeyî diłdare, perêşane diłî min
’alem hemû mesrûre le seyran û le seḧra
cejnî mine şadîme ke qurbane diłî min
newroze behare, fereḧ û şadîye ’alem
bezmî mine qurbanî kerîmane diłî min
bulbul be newa hat û dełê: gułşene cêgem
biřwane lenaw lale û řeyḧane diłî min
řencî ’ebese, her kesê mayl be çemen bê
muştaqî gułî ’arîzî geylane diłî min
ba xom bikujim her weku ferhadKes, be têşe
çend xoşe biłên: kuşteyî cananey diłî min
wa meste be bade û meyî gułřengî řuxî dost
ta řojî ceza saḧîbî ’înwane diłî min
mexmûrî şerab û meyî cam û qedeḧêke
bew neş’e, leser textî siłêmane diłî min
pêm xoşe eger dił wekû perwane bisûtê
çunke le ezel emrê besûtane diłî min
wa xermenî ’umirim le henasey dił esûtê
têfkire binaẍey keç wêrane diłî min
mecnun çîye? bê bake le seḧra û byaban
«ew» çunke ezel qîsmetî kêwane diłî min
herçend le ezel; qîsmetî min cewr û cefaye
bew ḧałewe umêdî be ẍufrane diłî min
sa’îl le derî baregehî eḧmede «mîrzaNasnava edebî»
lew sawe şukir her wekû sułtane diłî min