nahemwarîy jyan

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 1 Xulek  483 Dîtin
em derd û beła û mîḧnete wek bab û biramin
takey?.. bese axir be çi meqsud û meramin
satê nîye aram û sikûnim be şew û řoj
min wêł û perêşanim û ew her le duwamin
zor tirsim heye ’aqîbetî bibne ’edu lêm
da’îm be mesel dujminî xwênî le qefamin
zanîwme hemû weqit û sa’etêk û zemanê
bo mirdinim her sê beẍemen, dest û dû’amin
umêdî minîş waye xuda saḧêbî řeḧme
bo keyfî ewan nemkujê «ew» çunke nefamin
mîwanî minin; emrî xuda nazłî kirdûn
çarim nîye, pêm xoşe ke me’mûrî xudamin
her çende be sê derdewe beynêke denałim
«mîrzaNasnava edebî» diłî xoşe ke xuda řeḧmî be ’amin