bo şêxî geylanî

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 1 Xulek  510 Dîtin
zemanêke le dest bextim; xerîkî zayełe û şînim
serapa ta be damen, ẍerqî mewcî eşk û esrînim
be şew ta řoj le zarîdam; leber azar û îşî dił
le des feryad û nałey xom qerînî mah û perwînim
ke hemsayen le nałey min hemû bêzarî ’umrî xon
minîş lem ḧałe bêzarim, nemanim çake nek jînim
diłî bê çare dûçare, be damî xałî meh řûyî
ke dane û neqşî ew xałe, dewaye bo dił û dînim
diłî pirwanewarim wa, be şu’ley şem’î ew sûta
meger xalq be lutfî xoy bika řeḧmê; be nałînim
gelê pêm xoşe em cejne, xuda bimka be qurbanî
be xořayî neçê û neřwa be zay’ ’umrî şîrînim
ke dest hełgirtinim nabê; le pabosî segî geylan
dełê «mîrzaNasnava edebî» «ٲbaً ’in cidErebî» segî dergay «meḧyeddîn»m