şîwenê bo simayl xanî şukak «simko»

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 2 Xulek  420 Dîtin
xudawenda be zay’ çû ewend weqit û zemanim bû
ezel cewr û cefa û mîḧnet řefîqî mîhrebanim bû
be new’ê bextî bedbextim le wadî mîḧneta wêłe
serasîme û perêşanim ne řoj û weqit û anim bû
çi ḧałî nîm lem eḧwałe be tenya her minî mezłûm
ser û sewday xeyałatî gelê lale řûxanim bû
ke çû, bextî melîk meḧmud, leser textî silîmanî
umêdêkim be simkoKes bû, ewîş mayey ẍemanim bû
le wextêkî ke xoy nasî, le duşmin bû be şêrpence
leher qîsmey wiłatmida ḧeqîqet piştîwanim bû
legij «řom» û «’ecem» hełçû le řûy îngilîz û «řûs» westa
be ḧeq ew bo ḧeqî mîllet ke řołey bê wiçanim bû
le wextêkî ke dûr kewtûm le dîdarî cemałî yar
serim kêwî «demawendCih»e tem û ẍem barî şanim bû
ewe serçaweyî çawim, le xwênda seddî derbende
kewa řoyî le pêş çawim ewî řoḧî řewanim bû
be xořayî nîye qumrî denałênê le gułşenda
ewîş mezłûme bêçare û dełêy serwî řewanim bû
çirîkey bulbulî miskîn nema, gułşen tehî bû guł
le wadî ḧesreta mawe, dełê: ẍunçey gułanim bû
heta řojî qyamet min debê her xak beserda kem
biłêm serdar û û salarî cemî’î kurdekanim bû
becê mawim le pijderCihda, enîsim mîḧnet û derde
zimane řeng û řûy zerde, ’edwî wek asmanim bû
desa ḧeqme eger gwêçkey felek piř kem le efẍanim
ke sałî hîcretî «simko pinahim, take xanimHisaba Ebcedê: 1349 sałî koçîye ke simayl xanî tya kujrawe» bû
be puştî, ger «řeza» kuştî, welî: «ew řenge ew řiştî»
emênê ta ebed «mîrzaNasnava edebî» biłê: ew cawîdanim bû