bo le dinyada ebê min warîsî ferhad bim

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  323 Dîtin
bo le dinyada ebê min warîsî ferhadKes bim
na’umêd û diłişkaw û řenceřo û naşad bim
ger be damanit biga destim çi kufrê řû eda?
ba le êşî derdî hîcranit demê azad bim
tîrî ẍemze nayełê yek leḧze xatir bisrewê
şîrî ebro nayełê bê nałe û feryad bim
peřtewî enwarî lutifit kewte ser’alem tewaw
bo ebê her min be tenha mewrîdî bêdad bim
pî witim badî seḧer dwênê le ẍunçey demyewe
bê xeber nabê emin şîrînî bê ferhad bim
dwê serî zułfî legeł diłda qiřey bû pêy dewt
to neçîrî lêreda herta emin seyyad bim
ḧezretî leyla ke bem şêwe dił ara bête der
«zaryaNasnava edebî» naçar ebê mecnûnî maderzad bim