le tarîkî şewî hîcram û muḧtacî şemî řûtim

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  321 Dîtin
le tarîkî şewî hîcram û muḧtacî şemî řûtim
le gencî arezû dûr û legeł marî ẍemit cûtim
hemû kes ba bizanê çake min wa gîrî dawî tom
ẍułamî xałî mişkîn û qedî barîkî wek mûtim
le sayey awrî şewqî cemałî diłberî towe
hemarî newtim û gogird, bełkû kanî barûtim
egerçî awrî ’îşqit biłêsey dembedem berze
minim emřo semender awrim hêlane, nasûtim
le řojêko mujet tedbîrî qetłî ’aşiqanî kird
minî bê dił xerîkî kifnim û tertîbî tabûtim
le min nabê bipirsî wesfî şêwawî derûnim çun
zenexdanî etoye meḧbesî dił çahî hařûtim
xuda řeḧmê bika bem bê wicûde ta muzeyyen bê
ewî řêge û guzergate be qetrey eşkî yaqûtim
eger dawud tewfîqî xuda bêtu neka yarî
emin key pałewanî me’rekey meydanî calûtim
gedayê bê pena û bê kes û gerdin keçe «zarîNasnava edebî»
be řeḧmet destî bigre ey ẍułamî dest û bazûtim