bo le dinyada ebê min warîsî ferhad bim
From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
1 minutes
507 views
bo le dinyada ebê min warîsî ferhadPerson bim
na’umêd û diłişkaw û řenceřo û naşad bim
ger be damanit biga destim çi kufrê řû eda?
ba le êşî derdî hîcranit demê azad bim
tîrî ẍemze nayełê yek leḧze xatir bisrewê
şîrî ebro nayełê bê nałe û feryad bim
peřtewî enwarî lutifit kewte ser’alem tewaw
bo ebê her min be tenha mewrîdî bêdad bim
pî witim badî seḧer dwênê le ẍunçey demyewe
bê xeber nabê emin şîrînî bê ferhad bim
dwê serî zułfî legeł diłda qiřey bû pêy dewt
to neçîrî lêreda herta emin seyyad bim
ḧezretî leyla ke bem şêwe dił ara bête der
«zaryaPen name» naçar ebê mecnûnî maderzad bim