ey fîday serwî qed û lêwanî şekerbartim

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  318 Dîtin
ey fîday serwî qed û lêwanî şekerbartim
wermegêře řû le min bêtaqetî dîdartim
bêre seyrî sozî dił, çawim! ebirjê çun kebab
sîne piř awir le şewqî řûmetî gułnartim
dił îqametgahî ḧełqey zułfe ya çahî zenex
bał û peř sûtaw, perwaney şemî řuxsartim
gîrî daney xał dawî gêswanî ’enberîn
mestî ’etrî zułfî řeşkî nafey tatartim
goşey çawî wederxist û îşarey kirdimê
wa were min gencî bêmar û gułî bê xartim
lem şewî tarîkeda řojî cemałit, hat û sed
şukur, wek estêre meḧwî pertewî enwartim
awřêkim lêdewe awir le cestem bermede
çawim îstîẍna bese! nazanî çen zexmartim
men’î çawanim le seyrî baẍî řû bo nakirê
emkujî, ya řêm edey, her bułbułî gułzartim
sucdegahî «zarîNasnava edebî»ye mêḧrabî dû ebroy to
ta ḧeyatim bê, ẍułamî nergisî mey xwartim