weha gîrawî dawî şuẍłî dinyam

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  564 Dîtin
weha gîrawî dawî şuẍłî dinyam
le ewza’it be kullî bêxeber mam
etoş carê hewałêkit nepirsî
le eḧwałî minî şêwaw û nakam
feramoşt weha kirdim ke nawit
le sefḧey xatra yekdef’e fiř dam
qełem aga be sehwêkî zilit kird
çi mûrêkim suleyman ka temaşam ?
beheştî min dîdarî dostane
felek narî ceḧîmî hîcrî pêdam
le germî şewqî dił meẍzim le kelle
nizîke derpeřêt û bête ber pam
etirsim ’aqîbet em şem’î şewqe
bisûtênê wekû perwane e’zam
ewî řeg wa le cestem da yeka yek
ełê wey wey le cewrî dewrî eyyam
ewndem gerdî mîḧnet hate ser ten
be xak û xoł mestûre serapam
be řoja her wekû kondey şeq û şiř
leber xora ’ereq eřjê le e’zam
heta destim egate berî meqsûd
hemû wextê wekû keştî le awam
felek gerdê le derdî kem nekirdim
dûsed berdî leyek camî emel dam
hezaran kûpe û pyałey şikanim
hezaran camî badey nabî řêjam
nîşanî dam eger noşê le xewda
be bêdarî hezaran nêşî lê dam
heta key kecřew em bergî cefaye
be destî qehir teng ebřî be bałam
ewa ’umirim be axir hat axir
leme zyatir bese meşkêne mînam
diłim gum kird û nazanim hewałî
wekû weḧşî be bê dił wêłî saram
ełên dił hes, welê min nîme sed ḧeyf
kelamim boye wa bê tame bê tam
kelamî dił wekû awî ḧeyate
qisey bê dił te’amî bê meze û xam
be dûy diłda le gerdiş dam û şonê
nîye û nîme qerar û sebir û aram
meger îmdadî pîranî «byareCih»
be lutfî xo xuda bîxate firyam
be dawî hîmmet em şabaze weḧşe
bibestin bał û peř řamî biken řam
«sirac aldînî sanîKes» pîrî dûřû
ewem komek heye bo dîn û dinyam
le bêdadî zemane nîme «zarîNasnava edebî»
ẍemê çunke le sayey ew huma dam