le gułzarî wîsalit der beder xom

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  339 Dîtin
le gułzarî wîsalit der beder xom
le cennet bêbeş, awarey seqer xom
le dewrî şem’î řuxsarit wekû şem
řefêqî girye û giř, ta seḧer xom
sirûrim her ke to řoyştî, řoyşit
legeł ẍem hemnişîn û hemsefer xom
le çawim xwênî geş dû co, le dûrît
eřo çeşmey dû beḧrî piř xeter xom
nema bê to neşat û şadmanîm
duçarî êşî qelbî piř şerer xom
le ber bû bêberî darî muradim
wekû darêkî bê saye û semer xom
biřî têẍî fîraqit cergî «zarîNasnava edebî»
wekû darêkî bê saye û semer xom