bêjî keřetê be dił bibînim

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  303 Dîtin
bêjî keřetê be dił bibînim
gułzarî cemałî nazenînim
dêwane minim le tawî ’eşqit
meşẍûłî yexey kewa diřînim
aramî diłî be şîwen awam
binçîneyî keyf û pêkenînim
qîblet keç ebê eger bipirsî
eḧwałî derûnî piř birînim?
têfkire le cewrî toye carî
dû coge le çawî piř girînim
me’lûme le dawî zulfî tatat
derçûnî nîye ne dił ne dînim
ser bêne dyarî dił, bizane
wek şem’ tenêkî awrînim
lem gułşeneda heta qyamet
memnû’e xeyałî hełfiřînim
«zarîNasnava edebî» le beheştî wesłî yara
mujdet bidemê le xalîdînim