be axir hat dewrey zîndeganîm
Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
3 Xulek
481 Dîtin
be axir hat dewrey zîndeganîm
duçarî derdî ze’if û natewanîm
le darî qametîda berqî pîrî
derî hêna řeg û řîşey cewanîm
le qeddî řêkî wek elfim be dîqqet
temaşa ke çi dalêkî kewanîm
ke em badî xezanem hate gułzar
werî bergî gułałey şadmanîm
serim lerzok û efkarim perêşan
be nakamî ’ewez bû kameranîm
bînayî dîdekanim lêłe, gwê keř
ze’îf û zerd, wek bergî xezanîm
le pa kewtim wa pa taze degirim
’esa pame řefêqî hêzî pa nîm
sipîdî mû le qewlî pîryo pêm
ełê aga be min derdim dewa nîm
beharî ’umir pamałî fena bû
fena řême be umêdî beqa nîm
wekû kafûre muşkî ezfeřim çî
xeta poşakî bałame xeta nîm
ẍurûbî kird xurşîdî cewanîm
leber tawim le tarîkî şewanîm
qwakanim xerîkî koçin û min
weha nazanim, esłen karwanîm
wefayêkim nebû bo feřz û sunnet
be feřz û sunnetî xom aşna nîm
le kêwî ser, hełat «alşîb nurîErebî»
diłim tarîke daray «zyaErebî» nîm
demî pîrî diła wa hat ta key
nekem şermê meger ehlî ḧeya nîm
be êxlasim nena ser xak řû qet
çilon bêjim xudaya řûsya nîm
le des çû ’umirim û nemkird karê
le dawî tembełî anê řeha nîm
çemawe pişt bo te’zîmî pîrî
cewanî piştî kirde piştîwanîm
le pencadam wa sed loçî têkewt
tewêłî wek bilûrî řaseqanîm
le qebir û kifin û tabûtim eka bas
zibanî ḧałî e’zakanî fanîm
le tawî êşî pişt û laq û ejno
xerîkî ah û nałe ta beyanîm
ewndem gerdî ẍefłet wa le ser dił
le ’umrêka se’atê bo xuda nîm
esef bo ’umrî řoyştû be ẍefłet
be bê fîkirî û cehil û lênezanîm
eger bêtu xuda bem derde sexte
neka řeḧmê bih ummêdî şefa nîm
eto ya řebbî «riḧmin alirḧîmErebî»y
emin ’ebdêkî keç řeftar û canîm
îlahî ẍeyrî ’efu û řeḧmetî to
minî bêçare daray pena nîm
peşîmanim, peşîmanim, peşîman
le kirdey ziştî penhan û ’eyanîm
ewa xom xiste qapî řeḧmetî to
ke îdî cêgeyê tir şareza nîm
be fezłî xot bimbexşe eger ne
be kirde layeqî ’efu û ’eta nîm
le mayey ta’eta gerçî feqîrim
le îmana şehenşam û geda nîm
le merdanî xuda dûrîm eger kird
muḧîbbî ẍeyrî merdanî xuda nîm
şukur dûrim le ye’is û emin her dû
heta zîndûm bê xof û řica nîm
çilonim der’eken «zarîNasnava edebî» meger min
segêkî peyřewanî «mistifîErebî» nîm?