temaşa ke sefî perçem leser kułmî perêşane

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  413 Dîtin
temaşa ke sefî perçem leser kułmî perêşane
be qamet serwî bustan û be řû xurşîdî tabane
be baẍî řûyda bulbul eger carê guzarê ka
heta řojî qyamet dêt, nałan û ẍezelxane
be şîrînî cemałî toye şîrîn, tałî ewqatim
le sayey qametî towe «qebeẍłu» ermenistane
be řesmî diłberî sadey be şêwey wek zuleyxaKeswe
be kołana guzarê ke heta şêxt le ser bane
li çawî mest û memkî piř çing û xałî dił awêzî
pyałe û qend û ça ḧazir bifermû «zarîNasnava edebî» mîwane