ḧeqîqet ger epirsî kake ew ahûyî tatare

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  375 Dîtin
ḧeqîqet ger epirsî kake ew ahûyî tatare
neçîrî çingî şabaze newek hî kund û kolare
gumanim waye herkes saḧîbî dû sê ker û ga bê
be lato waye her ew pyawe, baqî wek xes û xare
gelê cêgey teḧeyîwir bû ke fermûbût û nusîbût
bibê têkeł be řîtałe û peyn ew sîme ’eyyare
miruwet ’îffet û teqwaye nek bizin û meř û manga
welê lem ’esreda dêjin ke dinyadare, serdare
şem û ba, berd û şîşe, muşk û pişkeł, swałet û lîre
qel û kew, qaqim û jîşk çi fîkirê lar û nabare
witûyane guł û bulbul, şem û perwane pêko bin
’ecayb eqłî to mayl nizîkî mar û gułzare
bełê bulbul ezanê qedrî gułbaẍî nepşikûtû
çûzanê guł çîye kerkes ke ew meftûnî murdare
muqedder ger nebû emrî cenabî êwe cê bênin
meřence çun be«zarîNasnava edebî»da xuda ew gence bê mare