temaşa ke sefî perçem leser kułmî perêşane

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  411 views
temaşa ke sefî perçem leser kułmî perêşane
be qamet serwî bustan û be řû xurşîdî tabane
be baẍî řûyda bulbul eger carê guzarê ka
heta řojî qyamet dêt, nałan û ẍezelxane
be şîrînî cemałî toye şîrîn, tałî ewqatim
le sayey qametî towe «qebeẍłu» ermenistane
be řesmî diłberî sadey be şêwey wek zuleyxaPersonwe
be kołana guzarê ke heta şêxt le ser bane
li çawî mest û memkî piř çing û xałî dił awêzî
pyałe û qend û ça ḧazir bifermû «zarîPen name» mîwane