bo çemen lew wextewe teşrîfeket hawirduwe

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  336 Dîtin
bo çemen lew wextewe teşrîfeket hawirduwe
wek wenewşe gerdinim bo xizmetit keç kirduwe
’etrî zułfî diłberit ey nazenînî gułbeden
abřûy şîşey guław û muşkî çînî birduwe
lem şerabî ’eşqe herkes pyałeyekî piř nekird
pî mełê gyanî leberdaye, kelake û mirduwe
’aşiqî bêçare eqlî çon ebê lê gum nebê
mang û xurşîd û gelawêjit ke têkeł kirduwe
xadmî murẍî suleymanim ke em subḧey xeber
bo minî bêdił le ewza’î seba hawirduwe
piř ke saqî pyałekem to bî xuda çunke řeqîb
şukirî heq şwênî gume lêre, şeřî labirduwe
aşqêkî sadqim «zarîNasnava edebî» temaşa ke çilon
bu nîşaney tîrî mujganî diłim dakirduwe