le nadanî bira serfî nezer ke

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  425 Dîtin
le nadanî bira serfî nezer ke
kiławî eqił û danayî le ser ke
le xorak û xewa ewqatî xo xerc
meke, însanî, kem teqlîdî ker ke
meke bêhûde serf em neẍdî wexte
heta ’umirit heye kesbî huner ke
eger netdîwe bałî danş û hoş
temaşay seyrî perwazî beşer ke
be sûřet ne, be ’îlim însane însan
le sûřet perwerî wek bit ḧezer ke
be nûrî ’îlim em dinyaye awa
le dił bew nûre tarîkî beder ke
berî ’îlme tewawî pîşe, fîkirê
le alatî swarî û bareber ke
wekû ’îsaKes biřo bew şewqe bo jûr
wekû mûsaKes be deryada guzer ke
be destûratî ew řêganwêne
le bûn ta mirdinit kesbî huner ke
neseb însan çun naxate pêşo
be ’îlim û sen’etê xo mu’teber ke
bira, teşbîhî bettałanî bêkar
eger şa bê be darî bê semer ke
geda şaye eger des bate karê
hezar aẍa fîday yek karîger ke
emin pîrî ewa bałî şikanim
eto ewwełte bo danş sefer ke
le danîşgahî danş perwerana
le derdî cahîlî xobê xeter ke
le awa bûne řojî ’umrî«zarîNasnava edebî»
eto řojit be danş şu’lewer ke