be awî şewq ta bulbul dem û çawêkî dił neşwa

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  675 Dîtin
be awî şewq ta bulbul dem û çawêkî dił neşwa
tesewur wa neka camê le badey wesłî guł bixiwa
le tarîkî hewa ta derneçê, neşkê telîsmî nefis
yeqînit bê ke řêge nabřî nageyte menziłga
keřim, kwêrim, nezanim řê nenasim nasupasim min
be ẍeyrî řeḧmî to nîme xudawenda bekes hîwa
diłêkî wat dawa lê ekem ta axrî ’umirim
ke ẍeyrî zîkir û fîkir û xof û umêdit nebê lewda
be şerḧî sedir lutfê ger nekey axir çîye çarey
minî damawî bê çarey legel cêmawî nabîna
le dermangay řeḧimit ger nenêrî çare bo derdim
herasane le çarey derdî min sed bû’elî sînaKes
be zorî xo menaze fîkir û zanistit hemû fiř de
bedamanî kesê des bigre lem hewrazyet serxa
kelîm muḧtacî şagirdî xizir bû ger çî bê zeḧmet
meqamî guftugoy bê wasîtey lew deşte bo desda
witî min çatirim lew «alxinasErebî»y kirde pendî ’am
le beḧrî řeḧmî gewre û bê kenarî barî bêbeş ma
bełê herwaye xo têẍî debanî lê dirus nawê
nebirjê ta be awir asin û zerbey çekuş nexwa
le xak û berd, kasey çînî û le’lî bedexşanî
le me’den kê derîhênawe bê tełqînî mamosta
berew weḧdet hengawit hełgire çawit le ẍeyrî heq
biquncêne ke awir gułistane wişkîye derya
yeqîn çawî gumanit kwêr eka wextê ke wirdo bî
le řûdawî xelîl û koç û barî ḧezretî mûsa
îradey kê bû? emrî kê bû? quwet û qudretî kê bû?
ke derya bû be deştî wişk û awir «cinit almawaErebî»
le hewrî teb’î «zarîNasnava edebî» awî xizir eřjê qełem wextê
ke bo nûsînî honrawey lebatî pê be ser biřwa