gyanî şîrînî minî ey gyanî şîrînim, xuda

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  775 Dîtin
gyanî şîrînî minî ey gyanî şîrînim, xuda
bo řewacî dînî heq te’îyd û tewfîqit bida
natwanim bo qedembosî hengawê hełgirim
her ewendem wa le pêda kot û zincîrî beła
wa le deştî mîḧneta serlêşêwawim nîme ẍeyr
hîmmetî pîranî neqşîye řefêq û řehnuma
çaweřêm ew qudrete selmanî daxił al kird
destigîrî ême bê ta baregahî mustefa
her ewende tê’ekoşim ḧewl edem nîme emin
çareyê bo derdim îlla suḧbetî ehlî wefa
toş bifermû ey xuda «zarîNasnava edebî» be awatî biga
ḧazrînîş gişt biłên amîn, amîn řebbena