be çałî gerdinî to her ke aramî dił û gyane
Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
1 Xulek
700 Dîtin
be çałî gerdinî to her ke aramî dił û gyane
dił û gyanim le tawî dûrî ew bałate biryane
be destey perçem û ẍunçey dem û narincî mem her sê
le şewqî to wekû şem min beşim giryan û giřyane
be xałî diłberî lêwî wekû le’lî bedexşanit
serusînem be yadit herdemê sozêkî tiryane
nemamî şewqî to řîşey weha meḧkem le diłdaye
ne xofî bay şemałî hes ne bakêkî le ziryane
be tîpî zulf û serbazî mujet fermû ke řeḧmê ken
heta key bo minî bêçare her bikuj û bibřyane
le qirçey qelb û birjey cerg û nałey sîne gwê bigrî
ezanî bê çiray ew řûte hengamey ḧeşryane
xuda bîkey be xatir sozî ’îşqî ’aşiqanî xot
necatî xatrî «zarîNasnava edebî» bide lem coşî giryane