ta le ber çawî meqamit ser gilêney çawme

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  525 Dîtin
ta le ber çawî meqamit ser gilêney çawme
ger le ber çawim nebî cêget diłey fewtawme
gerdî ahim bo ewey negrêt damanî kewat
aw paşî řê, wezîfey çawî piř xwênawme
wa mezane xadmêkî ẍaybim her cê eçî
sayebanî serwî qeddit řoḧî lêqewmawme
dwê le baẍa tûşî guł bûm witî çonî? witim
bulbulî to mat, sozî xatrî şêwawme
pî witim bo wa serit xoławye diłber, witim
wey le dûrî şem’î řuxsarit, quře pêwawme
lem byabanî fîraq û şarezûrî hîcreda
řu’yetî berqî cemałit şerbet û befrawme
«zarîNasnava edebî» şêwa bû welê huşyare êstake gelê
çunke şewqit hemdemî eqłî perî lê dawme