le şadî bê beşim, bê yar, xatir piř le zûxawe

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  411 Dîtin
le şadî bê beşim, bê yar, xatir piř le zûxawe
meger boḧesret û ẍusse û xefet hatûme dinyawe?
xuda řeḧmê neka nemka be xatir şahî lewlakî
diłî bê çare em def’e necatî qet’e lem dawe
xudaya cûdî toye řehberî dił bo temenna lêt
penay bo zatî to hênawe em derdey le ser lawe
penagirtû be zatî pakî to me’lûme, meḧfûze
le herçî ba’îsî êş û peşêwî qelbî şemzawe
xuda bo xatir îsim û sifat û zatî bê hemtat
ke zanatir, le îdrakî ewa sersame damawe
xuda bîke bexatrî ḧezretî meḧmûdî muxtarit
le ber cilwey cemałî ew ke em dinyate danawe
be xatir xoşewîsan û hemû pakan û çakanit
ewî merdane warîd bûne asanet ewî mawe
muradî xatirim ḧasił ke, awatim be cê bêne
nesîmî lutfeket, bicwêne bibře hełqey em dawe
zelîlim, bê kesim, bê destełatim nîme ẍeyrî to
penahê komekê bo çûne der lem gêjî gêjawe
wekû yonsKes ke«zarîNasnava edebî» ẍerqî beḧrî bêmuradî bû
derî bêne be řeḧmî xot, hertakû nexnikawe