yarî aşna

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  292 Dîtin
heta ew yare pêman aşna bû
şewan laman weku řoj aşna bû
ke derkewtaye řûy şîrîn û cwanî
le şewda şewqî wêney çilçira bû
be xendey lêwî şîrîn têy geyandim
diłî nermî le min nextê şikabû
bełam lêm burduwe tawanî bexşîm
beser çû qîn û kîney herçî mabû
umêdim waye îtir bête yanem
beraber min ke êste hestî ça bû
hejarî sêberî şûmî ke laçû
hetawî şadî bo dił aşkira bû
ke madam hate dî awatî jînim
îtir bêçarî dûçarî fena bû