ewa hatûme lat

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  302 Dîtin
ewa hatûme lat gerçî derim key
we ya xo nîme nîmey xencerim key
umêdim zore yezdan bête bîrit
kewa nextê diłê berdit nerim key
gelêk dadim heye eypirsî bêşk
eger hendê le xway ’alem şerim key
gunahim nebuwe derheq zatî êwe
ebê seyrî ḧîsab û defterm key
çîye eger to se’atêk bêyte yanem
diłî sadem be serdanê germ key
be destî toye min man û nemanim
hîwam zore ke lutifit řaberim key