xerîk mawim

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  308 Dîtin
le meydanî jyanî tał û tara
xerîk mawim terîk mawim le ara
gelê zarim le jîn bêzare gyanim
pejarem wam lenaw deryay cexara
herasanim le cewrî xwanenasan
perêşanim le destî şêt û hara
egerçî bêgunah û zor kesasim
lelam zor başe ger bimken be dara
ewey yarim bo êsta lêm beqîne
legeł kesda nema bomin mudara
le bedbextanî dinya min serokim
nîye cêgem le zumrey bextyara
hîway řûnakî nabînim le aso
ejîm daym le goşey tar û mara
ewey emsałe bêçarî ke min dîm
hezar xozgem be ḧałî sałî para
kesan şadin le gułzar û çemenda
‎minîş kewtûm le ẍemxaney hejara