lenaw baxa

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  268 Dîtin
lenaw baxa geřam bo xunçe lêwî
keçî destim geyşte cûte sêwî
guşîmin zor bexoşî zor benermî
witim řû guł serî bałî neşêwê
ke lêwim birde ser kułmî neřenca
bizey lêwî heye xoy nabzêwê
be lutfî xoy ke yarim meylî pê dam
îtir dûrim le her tane û cinêwê
umêdim wesłî yarim bê le diłma
derûnim berhemî şadî epêwê
ke şadan bim nîye kospê le řêma
lelam wek deşte min her şax û kêwê