eger xwa kirdî

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  275 Dîtin
eger xwa kirdî yar bête yanem
le çawa eřwa tarîkî û tanem
ke yezdan kirdî minî xwêndewe
řûmet û çawî xoy da nîşanem
ekewme baxî beheştî şadî
xoş û geş ebê min em jyanem
ger be lay mina la bikatewe
zû çare eka em derd û janem
umêdim heye xoş beser berim
dwa řojanî em jîn û manem