ahengî muẍan

Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 3 Xulek  631 Dîtin
le naw naqîdekanî edebyatî êranda, em ẍezeley lay xwarewe be yekêk da’enrê le şaẍezelekanî «ḧafizKes» xoy û gişt edebyatî konî zimanî farsî. le barî sirincî waqî’îyewe wesfî kořêkî ahengî ayînî ekat le ateşgay zerdeştîyekanda bo xwardinewey şerabî «hûme», ke hûme le layekewe, şerabeke xoyetî û le layekî tirewe wek «baxos»y yonanîyekanî kon, xway mestî buwe le naw netewe aryayîyekanda. dwayî le serdemî mezdyesnayî «ayînî zerdeştî»da payey biçûk kirawetewe û danrawe be firîşte. bełam, le zimanî tesewufda, ke ewtirê û le gelêk şwên sirincîşda mawey guman nadozrêtewe bo ewe ke ḧafiz û hawcorekanî qiseyan pê kirduwe, em me’na waqî’î û řep û řewanane le jêr nîqabî řemz û îşaretî sofîyaneda fesał û dem û çawêkî tirman pîşan eden. be wêne, bew pêyey xawen řayekan ta êsta witûyane nyazî ḧafiz le «pîrî muẍan»: pîrî îrşadî puxt «kamîl», řaberî řêgay xwadozînewe buwe. le «seray muẍan»: nyazî kořî kobûnewey pyawçakanî xwa buwe. le «gebir»: şareza «’arîf» y xwanas. le «muẍ»: yek perist «ehlî tewḧîd». le «beçkemuẍ»: ew tecellîyate xirapaney ke bo řêbwar «salîk» der’ekewn. nyazî le «şerabî muẍan»: ew coşe buwe ke řûnakîy řastî exate diłî řêbwar «salîk». le «agirî zerdeşt»: mebestî xoşewîstîy xway tenya «’îşqî îlahî» buwe.
dewruberî koşkî muẍan małrabû, awiřşên kiraw
danîştibû pîrêkî pak, kořêkî germ dabûye naw
mey noşekan hemû cwan, le xizmeta bestû kemer
gerçî le hewryan esû be fexrewe nûkî kiław
pirşingî cam û pyałeyan mangî piřî mat kirdibû
serkułmî ałî beçkemuẍ řêy bestibû le xoretaw
nwê bûkî bext lew ḧîcleda be sedhezar hezar naz
peřey gułî guław ekird be cûte zułfî ḧełqedaw
camî tereb be destewe firîştekey řeḧmet û xêr
lew camewe le řûy perî û ḧorîy eda nimî guław
le şorî ’eşq û neş’eda şîrîne karî şa’îran
şekir şika, semen řija, dengî řubab birdî ziraw
legeł siławî min witî be lutif û pêkenînewe:
«ey kone’areq xoreke, ey latekey şerab pêkaw!
kê kirdî ew karey ke to kirdit be bê hîmmet û řa,
ey beş biřaw le gencî mał, le wêrane û le çoł hełdaw?
tirsim heye destî temat negate gerdinî hîwa,
bêdare ew hemîşe, toş le koşî bexta xew be çaw!»
«ḧafizKes» were le «meykede» pîşanî to bidem be řîz:
hezar û yek core nyazî yek be yek qubûł kiraw!