tercî’bendêkî benawbang

Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 3 Xulek  757 Dîtin
«hatîfKes»y îsfehanî le sedey dwanizdehema jyawe. lewaneye ke be şî’rî sofîyaney cwan le te’rîxî edebî farsîda nawyan derkirduwe. be taybetî tercî’bendêkî benawbangî ke em parçey lay xwarewe bendî yekemyetî, lenaw naqîdekana be hawşanî ẍezelekey ḧafzî şîrazîKes danrawe ke nawî «ahengî muẍan»e û wermangêřaye ser kurdî.
ey be sergerdî to bibin dił û gyan!
wey be şabaşî řêt biçin dił û gyan!
dił be sergerdî to, ke toy dulber!
gyan be şabaşî to, ke her toy gyan!
dił fiřandin le çingî to çi giran
gyan fiřêdane jêrî pêt asan!
řêy wîsalit şeqameřêy bê tirs
derdî ’eşqit petayî bê derman!
nokerîn, gyan û dił leser destîn
çaweřêy ḧukim û gwê şilî ferman!
ger diłit sułḧî ewê, hanê dił!
bîrî cengit eger heye, ha gyan!
dwêşewê min le tawî sozî ’eşq
her xulim xward û her geřam ḧeyran!
ta le encamî karma şewqim
kêşî kirdim hetaku deyrî muẍan!
dîm - be dûr bê le çawî pîs - xełwet
piř le şewqim be agirî yezdan
le hemû layeka giřêkim dî
wek giřê dîy le tûr kuřî ’îmran!
pîrekey deyr xerîkî agir bû
kořî dewrî ewîş kuřanî muẍan
hemû řûmet le zîw û guł ruxsar
hemû şîrîn zuban, dem û lêw cwan!
«’ûd û çeng û ney û def û berbet
şem’ û nuqił û guł û mul û řeyḧan»
saqî wek mang be řû, be mû muşkîn
mutirbîş xoşbiwêj û neẍmeřewan
«muẍ û muẍzade, mûbez û destûr»
xizmetî pîr bû arezûy hemûyan!
minî şermin leber musułmanî
çûm û xom xiste goşeyek penhan
pîr witî: «kêye, kê nîye?» witra:
«’aşiqêke geřok û sergerdan!»
witî: «pêy den şerabî nab, gerçî
xułkî nekirawe hatuwe mîwan!»
saqîy agirperist û agirdest
camî piř kird le agirî sozan
wek fiřim kird ne ’eqił ma û ne dîn
kewte ser giř çi baweř û çi guman!
kewtibûm mest bełam demî mestî:
be zimanê ke dûre zor le beyan
em qisem hate gwê le gişt endam,
ta egate werîd legeł şereyan:
ke yekêke û heye û ebê û her bû
«wiḧdih la alh ala huErebî»