lekin ew cewhere ferde le heyûla nîye bas

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  1360 Dîtin
lekin ew cewhere ferde le heyûla nîye bas
le ḧîkem perwerîyî bû’elî sîna nîye bas
sofîyan hatne meclîs wereqî dîde bişon
lekin ew dêmîye wişkane le derya nîye bas
bezmî řendane eme, mel’ebeyî we’iz nîye
le bed û nîkî û qellabîy dunya nîye bas
eme cêy řemz û îşaratî derûne, le gerûy
tengî piř ẍerẍereyî wa’îzî ẍeřřa nîye bas
be serawêzeyî çawêneyî kelley seryan
le «key» û «qeyser» û «eskender» û «dara» nîye bas
cêy zuban girtin û dił řoşnî û sûtane
muqteda şem’e ke xamoş nîye emma nîye bas
ḧezretî heybete, nek ẍeybet û řeybet nalîNasnava edebî
ełła ełła, çi ḧuzûrêke ke eslen nîye bas!