lekin ew cewhere ferde le heyûla nîye bas

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  1362 views
lekin ew cewhere ferde le heyûla nîye bas
le ḧîkem perwerîyî bû’elî sîna nîye bas
sofîyan hatne meclîs wereqî dîde bişon
lekin ew dêmîye wişkane le derya nîye bas
bezmî řendane eme, mel’ebeyî we’iz nîye
le bed û nîkî û qellabîy dunya nîye bas
eme cêy řemz û îşaratî derûne, le gerûy
tengî piř ẍerẍereyî wa’îzî ẍeřřa nîye bas
be serawêzeyî çawêneyî kelley seryan
le «key» û «qeyser» û «eskender» û «dara» nîye bas
cêy zuban girtin û dił řoşnî û sûtane
muqteda şem’e ke xamoş nîye emma nîye bas
ḧezretî heybete, nek ẍeybet û řeybet nalîPen name
ełła ełła, çi ḧuzûrêke ke eslen nîye bas!