merîwanim

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  944 Dîtin
merîwanCihe mekanî mehruxane
merîwane wekû baxî cînane
merîwane beheştî řûy zemîne
merîwane ke nayabî cîhane
bira ser çeşmekey wek selsebîle
be ’eynî xakekey ferdî zemane
lenaw ew deşteda golî zirêbarCih
nimûney çawî lîlî ’aşiqane
hewayê mu’tedîl, kwêstanî piř guł
bemil baqî wiłata, asmane
beheşte aw û xak û baw û erzî
kiçanî ḧur û kuř ẍîlmanyane
eme zor fexre bo xakî merîwan
mu’eřîxan ełên cêy ardełanCihe
emîr ḧemzeKes û heło xanKes û qubad begKes
yeka yek cêge desyan tya nîşane
cenabî narîKes fermûy xakî ême
qedîm ta îse cêgey şa’îrane
xeyałî û şêx se’îd û xatû xurşîd
mela abî ke şî’rî çen cwane
ferîqKes û narîKes her dû beḧrî ’îlmin
le gişt layek hunerhayan ’eyane
be farsî û ’arebî û kurdî û turkî
be çwar zimane edebyatyan ’eyane
le qeřnî pîşwa karî merîwan
muḧeqqeq xarcî şerḧ û beyane
ziman kwa quwetî şerḧî eda ka
qełem key qablî ew dastane
be hîç qani’Nasnava edebî hemû wesif û senaket
ke êste menziłî bêganekane