bira xoş bû merîwanim ke cêgey xanî xanan bû

Li pirtûka:
Çwarbaxî Pêncwên
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  786 Dîtin
bira xoş bû merîwanim ke cêgey xanî xanan bû
ne cêgey xełqî bêkare û ne cêgey cewrî dewran bû
mesaḧet gah meydanî deretfê «cenّeةû alْme’eْweyٰErebî»
zel û zûzî zirêbarCihm be ’eynî baxî řizwan bû
nesîmî subḧî «sermaru» henasey berdî «tarawa»
serî «gołbendî mîracî» temaşagahî keywan bû
gułałey deştî dołaşim wenewşey gwêze beyxanim
leçawî bed bedûrî key wekû firdews û ẍilman bû
le erbabî mela pirsin ke bexşiş ta çi endaze
le şêx pirsin le bo bê tîn çilon meydanî îḧsan bû
le birqey xencer û wirşey sitarxanîKes le mil pyawa
wekû cewlanî řostemKes bê ke ḧerbî miłkî turan bû
le bo erbabî tewqî’ û becêhênanî muḧtacî
diro nakem eger bêjim le dinya «kanîsananCih» bû
be to çî qani’aNasnava edebî bo to nebû řojê bekamî dił
lesayey cehlî kurdan û lebo to «ḧifrî nîran» bû