bira xoş bû merîwanim ke cêgey xanî xanan bû
From the Book:
Çwarbaxî Pêncwên
By:
Qani (1898-1965)
1 minutes
931 views
bira xoş bû merîwanim ke cêgey xanî xanan bû
ne cêgey xełqî bêkare û ne cêgey cewrî dewran bû
mesaḧet gah meydanî deretfê «cenّeةû alْme’eْweyٰArabic»
zel û zûzî zirêbarLocationm be ’eynî baxî řizwan bû
nesîmî subḧî «sermaru» henasey berdî «tarawa»
serî «gołbendî mîracî» temaşagahî keywan bû
gułałey deştî dołaşim wenewşey gwêze beyxanim
leçawî bed bedûrî key wekû firdews û ẍilman bû
le erbabî mela pirsin ke bexşiş ta çi endaze
le şêx pirsin le bo bê tîn çilon meydanî îḧsan bû
le birqey xencer û wirşey sitarxanîPerson le mil pyawa
wekû cewlanî řostemPerson bê ke ḧerbî miłkî turan bû
le bo erbabî tewqî’ û becêhênanî muḧtacî
diro nakem eger bêjim le dinya «kanîsananLocation» bû
be to çî qani’aPen name bo to nebû řojê bekamî dił
lesayey cehlî kurdan û lebo to «ḧifrî nîran» bû