weten mujde bê

From the Book:
Çwarbaxî Pêncwên
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  692 views
weten mujde bê parşêwkerane
tarîkî nema berew beyane
şur û ẍewẍayê le naw gelane
ełên wa dewrey jînî kurdane
nazanim řaste ya xewm dîwe
bîstim dirozin tewaw fewtawe
fîşał û diroy qedrî nemawe
zengî bednawî le ’am ziřawe
destey bê diru emřo le nawe
nazanim řaste ya xewm dîwe
felsefe û zanîn kewte naw kurdan
bû be fikirî dił serbestî nîştiman
kes tênakoşê bo îşî zyan
małî yektirî qet naken tałan
nazanim řaste ya xewm dîwe
emřo řojêke řojî feqîre
komełî hejar be řaw û bîre
pare perestîş mat û zwîre
çeşnî řawkerî bê şîr û tîre
nazanim řaste ya xewm dîwe
biłêyn be yaro laba xeyałî
leserî derka fikirî betałî
her quř bipêwê xoy û minałî
çûnkû hozî kurd çawyan hełmałî
nazanim řaste ya xewm dîwe