newrozname

Li pirtûka:
Çwarbaxî Pêncwên
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  787 Dîtin
mubarek bê be serbestî ke emřo cejnî lawane
mubarek bê bedłixoşî ke cejnî mîr û gawane
mubarek bê ke em newroze cejnî mîlletî kurde
mubarek bê bedłixoşî ke cejnêkî qedîmane
bira em řoje řojêke ke cejnî mîlletî kurde
bira em řoje řojêke ke fexrî hozî kurdane
le newroza bû keyxesrewKes çuwe ser textî êranî
her em newrozeye řojî cilûsî şa kerîm xaneKes
le newroza bû kaweKes, mêşkî zeḧḧakKesy ke derhêna
her em newrozeye řojî fitûḧatî hełoxane
le newrozî hezar û bîst û pêncî hîcrya bû xo
le şarî «zełimCih» xan eḧmedKes çuwe sertextî şahane
qiřî xiste «qizłibaş» û şikanî hêzî «tehmasîb»
temaşay bendî mêjû ke be řûnakî nimayane
desa gwêřagre mîllet ke çon êstake damawî
ledaxî ser kizî toye ke qani’Nasnava edebî cergî biryane
desa çakit belada ke lemeydanî fîdakarî
beraber dujminit herdem binirkêne be şêrane
desa řasto bin ey mîllet hetakey mat û bê hoşin
leberçî xakî nîşmanit lebo to kuncî zîndane
leber çî lawî xwên gerimit peşêw û mat û bê řenge
leberçî gencî hoşyarit leber to cergî daẍane
leber çî kewłî xot emřo wekû řêwî be kuştî day
bedes xote sûtawî tedawît sehil û asane
piştî yek bigirin le dił derken řiqî yektir
...Teksta ne aşkira xemî yektir binałênin be mestane
bira bin ẍayetan yek bê birayî ẍaye yek bûne
ewey komek bebîrit bê leher la bê biratane
biłê lawê wekêłim bê ke hawbîr û ke hawxiwêne
biłê lawê wekêłim bê ke wek min cergî daẍane
biłê lawê wekêłim bê weten nefroşê bo pare
biłê lawê wekêłim bê le bo min her le giryane
de qani’Nasnava edebî serkewe bo ser minarey berzî amanicit
lewêda bangî millî de û biłê wa řojî nîştimane