mûy sipî kirdim be şuştin awî ’eynî şore şet

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  4489 Dîtin
mûy sipî kirdim be şuştin awî ’eynî şore şet
şore şet ye’nî ke têda xud be xud qel bû be bet
hełgiřa, wek momî kafûrî be şewda, mû be mûm
da syahî řû bixiwênim nuqte nuqte, xet be xet
min dełêm şew bû be řoj, nefsim dełê řoj bû be şew
ew musîbe, çunke çawî pê sipî bû, min ẍełet
řewẍenî dîdem řijaye ser kîtabî xettî xom
çaw le êşî ew sipî, nûrîş beser ewda seqet
serd û germî ahekem sewzey gyay kirdim be pûş
payîzî, řû bû be burdî sûr û zerdî muxtelet
wechekem îsmî beyaz, emma wereq zerd û syah
ba muxettet bê be kafûrî keşîdey xoş nemet
çunke lewḧî řûsîyeh řûzerdî bêtezîynîye
xwênî çawim cedwelî bê, qetrekanîşî nuqet
neqşî dû mûyî be dû řûyî debête ’eybî şeyb
ayney řû pakîye, řûnakîye nûr û şemet
ya gedayêke ẍenî, ya padşahêke feqîr
lem duwe xałî nîye nalîNasnava edebî le řûy ḧeddî weset